Erdogan li ser pêvajoya aştiyê: Em ê nehêlin ku ev ji dest mê biçe
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê pêvajoya aştiyê de got: "Deriyên serdemeke nû li welatê me hatine vekirin. Derfeta rûpeleke zêrîn a nû di dîrokê de em binivîsinin ket destê me û em ê nehêlin ku ev ji destê me biçe."
RûpelNews - Serokê AK Parti û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan, li Enqerê derbarê pêvajoya aştiyê de axivî.
Erdoğan di daxuyaniya xwe ya li ser pêvajoya aştiyê de wiha got:
"Her çiqas nêrînên me yên siyasî û paşxaneyên me ji hev cuda bin jî, divê em li dora dirûşma xwe ya 'yek netewe, yek al, yek welat, yek dewlet' yek bibin. Pêdiviya me bi lihevkirineke Tirkiyeyeke mezin heye."
"Serdemeke nû dest pê kir"
Erdogan da zanîn ku bi pêvajoyê re serdemeke bû hat destpêkirin û wiha axivî:
"Wekî ku tê bîra we, du sal berê, ji heman mîkrofonê, me bang li neteweya xwe kir ku eniya xwe ya navxweyî xurt bike. Şikir ji Xwedê re, ev bang hem li qada siyasî û hem jî ji aliyê neteweya me ve hate guhdarîkirin. Bi piştgiriyên hêja yên hevkarê me yê Hevbendiya Gel birêz Devlet Bahçeli, deriyên serdemeke nû li welatê me hatin vekirin. Me di warê çareserkirina daîmî ya pirsgirêka terorê de, ya ku nêzîkî nîv sedsal e welatê me diêşîne, pêşketineke berbiçav bi dest xist. Me her wiha ji bo armanca xwe ya herêmeke bê teror vîzyoneke berfirehtir daniye ber xwe."
